Alîkarê Rektorê Zanîngeha Colemergê Prof.Dr. Battal Aslan beyan kir ku wê ji hefta bê pê de hinek dersên li Zanîngehê bi zimanê Kurdî bên dayîn.
Aslan go: ``Li ser qerarên di civîna senatoya zanîngehê de hatiey sitendin ji hefteya bê pê de dersên neqane “Edebiyata Gelê Kurd” “Gramera Zimanê Kurdî” û “Lêkolînên Diyalektîk Yê Hekkarî” bi zimanê Kurdî bêne dayîn.”
Aslan beyan kir ku: “Li zanîngeha ku jimara telebeyan 2 hezarî derbas dike 80 telebe ji bo van dersan bên dayîn murace’et kirine. Ev her sê ders wê di heftê de du se’eta bên dayîn.”
Aslan dîsa go:``Mamosteyên ewê van dersan bidin wê kîtêbên ders bidin bi xwe hilbijêrin. Ewê ders bi zimanê Kurdî be lê dibe ku di dersan de ji kitêbên Tirkî jî bê îstîfade kirin.”
Aslan beyanatên xwe wisa domand: “Me van hersê dersên wê bi kurdî bên dayîn ne bi tenê ji bo zarokên Kurdan vekiriye, zarokên Tirka jî karin zimanê Kurdî hînbibin.” (Muhammed Sebatî/Bangaheq)