Li Zonguldakê maden hilweşîya

Li Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê piştî teqîna ku di madenê de pêk hat rehilweşîn çêbû, xebatên lêgerîna 3 kesan berdewam dike.

Hat ragihandin li Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê piştî teqîna ku di madenê de pêk hat re  hilweşîn çêbû, xebatên lêgerîn û rizgarkirina 3 kesan berdewam dike.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li madeneke taybet a li Taxa Çamlika Kîlîmlîya navçeya Zonguldakê di wextên êvarî derdora seat 03.00an de ji ber teqîna ku pêk hat hilweşîn çêbû. Di encama hilweşîna ku pêk hat re 5 kes di bin hilweşînê de man.

Ji 5 kesên ku di bin hilweşînê de man kesek bi îmkanên xwe derket û kesek jî ji teref yekîneyên tahlîyekirinê ve hat xelaskirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya 3 xebatkarên din hêj berdewam dike.

Kesên ku ji ber hilweşînê birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Her wisa hat diyarkirin 2 kesên ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûbûn ji ber xaza di madenê de bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn