Ma ev qas zilm ne bes e, ev welat ji zilmêtêr nebû

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn di parastina xwe ya di Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê kiribû de pirsîbû “Ma ev qas zilm ne bes e, ma ev welat ji zilmê têr nebû?”

Daîreya Cezayê ya 16emîn a Dadgeha Bilind wê cezaya ku ji Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PAR Seîd Şahîn, M. Bahattîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn re hatibû dayîn tesdîq kir ku ev ceza di encama doza ku bi komplo û kumpasên FETO hatibû vekirin de hatibû dayîn.

Seîd Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di parastina xwe ya di Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê kiribû de gotibû “ Em ji bav û kalên xwe dizanin ku hed û hisaba wê zilma ku bi destê dewletê hatiye kirin tune ye. Min jî digel hevalên xwe bi salan vê zilmê dît. Ma ev qas zilm ne bes e, ma ev welat ji zilmê têr nebû? Ew ê dewlet çi wextî welatîyên xwe ji wê tiştê ku ew bi xwe danîye û wek pîroz dibîne feda neke û însan pîroz bihesibîne û dê di çarçoveya şîara ‘însan bijîne da ku dewlet bijî’ de hizûr û aramîyê bi dest bixe?”

Şahîn wê heyamê Alîkarê Serokê Giştî yê Mustazaf-Derê û Serokê Şaxa Stenbolê bû

Seîd Şahîn di heyama ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê dihat darizandin Alîkarê Serokê Giştî yê Mustazaf-Derê û Serokê Şaxa Stenbolê bû ku wê çaxê li Tirkîyê 22 şaxên komelê hebûn.

Ji ber fealîyetên ku ji teref komele û şaxên wê ve dihatin kirin bênavber PKKê êrîş dibir li ser şax û temsîlkarîyên komelê. Ji sala 2006an vir ve di serî de li gelek bajarên li herêmê  ji teref PKKê ve êrîş li Sazîyên Civakî yên Sîwîl ên Îslamî hat kirin.  Nexasim li bajarên mîna  Edene, Mêrsînê êrîş zêde bûn.  Ji Stenbolê bigire heta li Hekkarî êrîş li şaxên Cemîyeta Mustazafan hat kirin. Derbarê failên van êrîşên ku li komelê hatin kirin de tu carî doz nehat vekirin. Hetta di wê êrîşa ku li Şaxa Edenê yê Cemîyeta Mustazafan hat kirin de kesên sûcdar digel amûrên sûcê hatin girtin û ji polêsan re hatin teslîmkirin; lê belê di çapemenîyê de derket holê ku ew kesên sûcdar ên ku êrîşî cemîyetê kirin ji derîyê paş a edlîyê hatin berdan.

Zextên polêsan  û êrîşên ku li komele û mudawîmên wê heta sala 2010an berdewam kir.  Bi zextên polêsan hewl hat dayîn da ku STK bên xistin bin tahaqqumê. Bi operasyonên ku hatin kirin 431 kes hatin darizandin û cezayên cûrbecûr ji wan re hat dayîn. Ew kesên ku ji wan re ceza hat dayîn tevde an di lijneya birêveberîyê ya komelê de an jî di komîteya tertîpê ya komelê de bûn.  Ew Ew sûcên ku sanal û qaşo tev ji hêla hiqûqa maddî ve sûcên ku hatibûn redkirin bûn.

Komaleya Piştevanîya bi Mustezafan re di sala 2012an de hat girtin

Di 4ê Çileya sala 2012an de li hember Şaxa Qonyayê ya Komeleya Mustazaf-Derê operasyonek hat lidarxistin. Di bergeha vê operasyona ku navenda wê Qonya bû de dosyayeke ku 53 kes tê de bûn ku ev 53 kes tev endamên lijneya birêveberîyê ya Mustazaf Derê bûn, hat amadekirin. Di bergeha lêpirsînê de ew mehkemeya li Edenê bû mehkemeya rayeya taybet û dest bi darizandinê hat kirin.  Dozgerîya li Edenê ji ber lêpirsîna ku derbarê Mustazaf-Derê de hatiye vekirin ji dozgerîya li Diyarbekirê teleb kir ku derbarê Cemîyeta Mustazafan qerara feshê bide. Dozgerîya li DIyarbekirê jî di meha Tebaxê de  îddîaanamê amade kir û li Mehkameya Hiqûqê ya Aslîyê ya 2yemîn doz vekir da ku Mustazaf-Der bê girtin.

Di encama darizandina ku hat kirin de Mehkameya Hiqûqê ya Aslîyê ya 2yemîn qerar da ku Mustazaf-Der bê girtin û ev qerar ji Dadgeha Bilind re hat şandin.  Di 11ê Gûlana sala 2012an de Komeleya Mustazaf-Derê bi tesdîqkirina Dadgeha Bilind hat girtin.

Qala bi hezaran fealîyetên komelê dihat kirin. Ev fealîyetên ku hejmara wan ji hezaran zêdetir bû yek ji wan jî bêdestûr nehatibû tertîpkirin. Ew fealîyetên ku ji wan re destûr hatibû dayîn yek ji wan jî di nav xwe de hêmaneke şiddetê nedihewand, di wan propagandaya tu rêxistinekê nehatibû kirin, derbarê rêxistinekê de wêneyek nehatibû daleqandin, axavtinek nehatibû kirin û sloganek nehatibû avêtin.  Li Tirkîyê hiqûq dihat binpêkirin ku ji vê yekê ji wan delîlên herî muhîm yek jî doza Mustazaf-Derê bû.

Komaleya Piştevanîya bi Mustazafan re piştî ku hat guhartin re navê xwe kir Hareketa Mustazafan û hebûna xwe di bin vê navê de domand. Hareketên ku piştî demekê HUDA PARê damezrand sehaya xwe ya fealîyetê berfirehtir kir.

Pêvajoya girtinê ya Seîd Şahîn û hevalên wî çawa dest pê kir?

Di serê sala 2011an de ji ber wextê wan a girtîbûnê xelas bûbû hinek kes hatin tahlîyekirin. Hatibû îddîakirin ku hinek maîlên bêîmze û bênav ên îxbarê ji ewlehîyê re hatine şandin û dihat îddîakirin di vê maîlê de navê wan kesên ku ji van şexsên ku tehlîye bûne alîkarî kirine da ku derkevin derveyî welêt heye.Ev maîlên îxbarên yên bênav ên ku ji teref hinek hêmanên di nav ewlehîyê de ve hatin tertîpkirin wek hincet hatin nîşandan û Seîd Şahîn Serokê Şaxê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê Komaleya Mustazaf-Dera wê demê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê niha, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Rojanamger Fîkret Gultekîn hatin darizandin û bi hinceta endambûna rêxistina dereqanûnî hatin cezakirin. Ew qerara mehkûmîyetê ya ku ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê ve hat dayîn dû re ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin.

Temamê wan kesên ku derbarê Seîd Şahîn, M. Bahhattîn Temel û Fîkret Gultekîn de doz vekirin, ew darizandin û ceza dan wan bi hinceta ku endamê FETO ne ji wezîfê hatin îxrackirin, hinek ji wan jî girtî ne û darizandina wan berdewam dike. Wek mînak; Dozgerê bi navê Hakan Karaalî(sicil:34191) yê ku îddîanameyê amade kir û ew  Îsmaîl Tandogan(sîcîl:39622) ê dozgerê dozê yê ku teleb dikir hevalên me bên cezakirin, piştî ku çend seat ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derbas bû te ango di 16ê Tîrmehê de ji wezîfê hatin ûrxistin. igel van her du dozgerên ku navên wan hat zikirkirin û Hadî Çagdir(sîcîl:37378) ê ku serokê mehkemê, Mustafa Başer(Sîcîl: 40054) û Mesût Ozcan(sîcîl:40180) ên ku endamê mehkemeya ku ceza dan Seîd Şahîn, M. Bahhattîn Temel û Fîkret Gultekîn, di 24ê Tîrmeha 2016an bi qerara hejmara 426 a ku HSKyê ji wezîfê hatin derxistin.  Îrtîbat, îltîsak û endamtîya rêxistinê sedema ji wezîfê derxistina van dozger û hakiman bû.

 “Di pêvajoya  girtinê de peyvên bi sehr ên mîna ‘pêwendîya rêxistinî, ji bo armanca rêxistinê’ hatin bikaranîn”

Şahîn di pêvajoyê de bi heman awayî di Rojnameya Dogruhaberê de rojnamegerî dikir, ev rojnamegerîya wî, pêwendîya wî ya bi endamên komelê û mensûbê rojnameya ku lê dixebitî, daxuyanîyên wî yên derbarê girtina komelê de, ji rayedarên rojnamê pirsa ‘fealîyetên komalê di rojnamê de hatin weşandin an na?’,  li hember  neheqîyan  rexneya hiqûqî, di daxuyanîyên yasayî yên çapemenîyê de wek axavtvan cî girtin ku ev yek mafekî xwezayî û yasayî ye, ev tev wek hêmanên sûcê terorê ya rêxistinî  hatin qebûlkirin û ew bi xwe di vê bergehê de hat girtin.

Şahîn di parastina xwe ya ku di sala 2011an de li Mehkemeya Cezaya Giran a Anadoluya Stenbolê kir de diyar kir ew bi îddîayên ku ji alîyekî ve facîa û ji alîyê din ve jî bi rewşeke trajîk re rû bi rû mane. Şahîn di heman parastina xwe de gotibû: “Dev ji  wan pêwendîyên civakî û asayî yên birêveberekî STKê an jî rojnamevanekî berdin, ew pêwendîyên civakî û asayî yên welatîyekî ji rêzê wek pêwendîyên rêxistinî hatin nîşandan. Ez bi xwe di rastîyê de rojnamevan û serokê komeleyekê me. Ji ber vê yekê tu bike neke ew ê derbarê fealîyetên komelê de nêrînên min hebin û ji ber pêwendîyên min ez ê derbarê geşedanîyên ku li Tirkîyê rû didin de rexneyan bikim û bertekan nîşan bidim û min daye jî û rexne jî kiriye. Ev mafên min ên yasayî û însanî ne.  Radibin van tiştan wek hêmanên sûcê nîşan didin û min bi van tiştan didarizînin ku bi yekê bi destên mercîyên darazê û zilamên hiqûqê qanûn tên binpêkirin. Ger lê bê dîqqetkirin di tevahîya dosyê de  eslên bûyeran tên veşarin û bi niyeteke xirab peyvên bi sêr ango peyvên ku dê xelet bên fêmkirin ên mîna “pêwendîya rêxistinî, ji bo armanca rêxistinê’ hatine bikaranîn.  Ger delîleke hiqûqî tunebe, ev peyvên bi sêr pêwendîyên însanan ên herî biçûk jî dikarin bixin bergeha sûcê.”

 “Ew arşîvên ku aîdî heyameke bi sabika û bi şaîbe ne wek delîl tên bikaranîn”

Şahîn di berdewama parastina xwe de diyar kir “Di mazîya nêz a  Tirkîyê de nexasim di warê darazê de çi tişt pêk hatine hûn ji min çêtir dizanin.” Şahîn dû re parastina xwe wiha domand: “ Îro tê derxistin holê ku di wextê wê de; temamê darazê bi fermanên leşkerî dihatin şuxilandin, di bin navê îrîtîcayê de gelek însanên bêsûc dihatin cezakirin, nexasim li Rojhilat  walî û qeymeqam li ber kesekî rûtbeya wî ne bilind silav dida, temamê wan kesên bi rutbe bûn bi tena serê xwe wek dewlet tevdigerîyan û welatîyê ku ew dixwastin didan înfazkirin, welatî bi tirsê û pereyan dihatin kirin ajan  û her tiştê ku ew dixwastin bi wan didan kirin, yekîneyên ewlehîyê bi mafya, çete û rêxistinên sûcê re diketin têkilîyê, medya wek amûreke dezenformasyonê dihat bikaranîn, li hember Îslamê neyartî dihat kirin û bi îdda û sûcên bêesil  derbarê Mislimanan de dosya dihatin amadekirin û dihatin cezakirin. Weke ku min got ev tişt tev di heyamekê de hatin kirin û temamê van tiştan îro derdikevin holê. Ew delîlên ku aîdî heyameke wisa bi şaîbe û bi sabikane wek delîl li hember Mislimanan tên bikaranîn ku ev cinayeta duduwan e. Li ser navê hiqûqê him leşker,ewlehî, daraz û endamên medyayê yên wê heyama ku qala wê tê kirin tên sûcdakirin, darizandin û ji wan re ceza tê dayîn û him jî arşîva ku aîdî heyama wan leşker,ewlehî, daraz û endamên medyayê ne wek mîras tê bikaranîn ku bi vê yekê qest li jiyana kesên masûm tê kirin ku ev yek jî lihev nagire. Hêzên ewlehîyê û darazê yên îro arşîva hesên ewlehîyê û darazê yên wê heyamê red nekirin. Lê pêdivîya hiqûq û edaletê redkirina mîrasê ye.  Di civaka Îslamê de di meseleyeke muhîm de şahidîya kesekî ku hatibe îspatkirin derew kirine nayê qebûlkirin; lê belê  ew rayedarên dewletê yên ku hatine îspatkirin tevlî sûcê bûne, dijminantî kirin û xelkê sûcdar nîşan dane ku divê tu hukmê wê sûcdarkirinê di hiqûq û edaletê de tunebe.”

 “Hêj li welatî cûdatî û cihêrengî nayên qebûlkirin”

Şahînê ku di parastina xwe de got “Ev îddîaname cardin nîşan da ku mixabin li vî welatî cûdatî û cihêrengîyên ku hene nayên qebûlkirin, bi gotineke din tahammul li wan nêrîn, bawerî , fikir, tenkît, taleb û çandên cûda nayê kirin û ew fealîyet û micadeleyên di qadas yasayî de tên cezakirin.” balan kişand li ser bêtehemûlîya heyî û wiha got: “ Gelor armanca STKyan  anîna zimên a talebên cûda û dayîna micadeleya van teleban, li dijî bêhiqûqîyan rawestîn, di bergeha rêziknameyê de kirina fealîyet û bernameyan nîne? Gelo dewlet bi xwe jî  qadên fealîyetên STKyan bi qanûnan muhafeze nake?  Gelo sazîya STKyê, bo wan kesên ku derdikevin derveyî sînorên zihniyeta yekrengî bên cezakirin wek kêmînekê tê bikaranîn? Dema ku qanûn ji teref sazîyên dewletê bi xwe ve bên binpêkirin, bi bêqanûnîyan mudaxele li qadên yasayî bên kirin wê demê dewlet bi destên xwe bi xwe berê welatîyên xwe dê bide qadên îllegal. Bi rastî ev tiştên ku tên kirin nayên fêmkirin. Dewlet ji alîyekî ve bi wan kesên ku bûne sedema mirina bi hezaran kesan û hêj însanan dikujin, derdorê bombebaran dikin, molotofan davêjin derdorê re hevdîtinan dike da ku wan bikşîne qadên yasasî û dema ku vê yekê dike jî tawîzan dide û ji alîyê din ve jî dîsa heman dewlet ji wan komeleyên ku ji roja hatine damezrandin vir ve serî li rêya şiddeteke biçûk bi xwe jî nedane û tiştekî xeyrî qanûnî nekirine asteng dike û qadên yasayî bo wan asteng dike. Dewlet bi vê helwesta xwe qey dixwaze ji wan komeleyan re vê yekê bibêje: ‘Em we li qada îllegal dixwazin bibînin, em dixwazin hûn micadeleya çekdarî bidin.’ Gelo ji ber ku nikaribûn me bikşînin nava komplo û hisabên genî û qirêj ên hinek kesan, em wek komele tên cezakirin?”

 “Ma ev qas zilm ne bes e, ma ev welat ji zilmê têr nebû?”

Şahînê ku di berdewam parastina xwe de got “Dema ku Tirkîye ji heyameke hesas derbas dibû û ber bi asayîbûnê ve diçû, zêdetirî  50 êrîşên bi molotof li komeleyên me, êrîşên çekdar û bi kêr li endam û dildarên komeleyên me hatin kirin” di dema parastina xwe de ji mehkemê wisa pirsî: “Herî dawî birayê me yê ku endamê lijneya birêveberîyê yê şaxa cemîyeta me yê Geverê, dema ku li ser banê avahîya cemîyetê bû êrîşa çekdarî lê hat kirin û hat kuştin. Me li dijî temamê van tiştan bi salan sebir kir, serî li şiddet û çekê neda û vê yekê jî wek çareserî nedît. Wekî hisabeke me wisa jî çênebû. Lê carinan tu bike nekê ev pirs tê bîra mirov; gelo ji ber ku me serî li şiddetê neda û em nebûn terefê şiddet û çekan, em tên cezakirin? Ger ne wisa be, wê demê pêwîst bû ku ji ber sebra pêxemberî ya ku me nîşan da divîyabû em bên tebrîkkirin û xelat kirin.  Îro kesên siyasetmedar, digel muxalif û hikûmetê qala wan zilmên ku bi destê dewletê li welat hatiye kirin dikin.  Nexasim di wextên hilbijartinan de di serî de qala Dêrsimê û bi sedhezaran însanên ku di wextê wê de hatine qetilkirin tê kirin. Em ji bav û kalên xwe dizanin hed û hisabê wan zilmên ku bi destê dewletê hatine kirin tuneye. Niha bi şikleke cûda heman zilm li zarokên me tên kirin. Ma ev qas zilm ne bes e, ma ev welat ji zilmê têr nebû? Dewlet dê kengî rehm û şefqata bavan nîşan bide. Ew ê dewlet çi wextî welatîyên xwe ji wê tiştê ku ew bi xwe danîye û wek pîroz dibîne feda neke û însan pîroz bihesibîne û dê di çarçoveya şîara ‘însan bijîne da ku dewlet bijî’ de hizûr û aramîyê bi dest bixe? Ew dewleta ku bi van tiştan dizanê û wanan  dibîne divîyabû îro ji wan cûdatî û cihêrengîtîyên heyî re bi sebir û xweşbîn bana; lê belê heman dewlet bi komployan welatîyên xwe yên ku di çarçoveya yasayî de fealîyetan dikin ceza dike. Ew dewleta ku komployan ji  welatîyên xwe re amade dike gelo dikare bi welatîyên xwe lihev were an jî însan dikarin ji wê dewleta ku qestî azadî, jiyan û hebûna wî dike re ji dil û can bibêje dewleta min?”

 “Ez wan wezîfêyên ku Xweda ji min re ferman kiriye bi cî tînim”

Şahîn di berdewama parastina ku kir de wiha got: “Ew fealîyetên ku ez ji bo bawerîya xwe dikim weke ku min li ser navê rêxistinê kirine ez têm sûcdarkirin. Ha, ger niyeta we van fealîyetan bi hinek deran re girêdan be, ez wê demê bi şikleke aşkere dibêjim; ez van fealîyetan li ser navê Îslamê bo Xwedê dikim. Ez wan wezîfêyên ku Xweda ji min re ferman kiriye bi cî tînim. Ez bawer dikim ku em ê vegerin bal wî Xwedayê ebedî yê ku xwedî cennet û dojehê ye. Ez çawa dikarim li hember Wî wezîfeyên xwe bi cî neyînim. Ew Xweda min ji tunebûnê afirand, nimet dan min û bi mirinê dê min bibî hizûra xwe û ez ê hisabê bidim Wî.  Xweda tiştên nebaş ji min naxweza… Xweda ji min dixwaze ku ez jê re îbadetê bikim, alîkarîya feqîran bikim, zînayê nekim, eraqê venexwim, bibim xwedî exlaqeke baş û xweş, ji exlaqa nebaş xwe mihafeze bikim,  qencîyê bêjim û însanan ji neqencîyê dûr bikim, li kî bê kirin bila bê kirin li ber zilmê birawestim, di dawîya wê de mirin jî hebe ji dînê xwe venegerim. Ez ne şaş bim ji bo ku hûn min û hevalên min ên ku em ji bo heman armancê di qada yasayî de dixebitin fam bikin divê hûn bawerî û armanca me fam bikin.  Ger hûn vê yekê nekin û bi pêşdarazî hewl bidin wateyê bidin tiştên ku em dikin û sûcdarkirinên razber bikin dê ev yek bibe zilm.”

 “Em li sê qadên sereke micadele dikin: feqîrtî, cehalet û tefrîqa”

Şahînê ku di parastina xwe de diyar kir “Ger temamê fealîyetên komeleya me li ber çavan bê girtin û analîzeke bi sihhet bê kirin wê demê dê bê dîtin ku em li sê qadên sereke micadele dikin; feqîrtî, cehalet û tefrîqa. Ew semînerên ku em didin, konferans û bernameyên ku em tertîp dikin û alîkarîyên ku em dikin tev ji bo ev her sê tişt ji holê bên rakirin em dikin û micadeleya vê yekê didin. Em hewl didin însanên bawerdar û bi exlaq perwerde bikin,  her wisa em hewl didin bawerî û exlaqa xweş û baş di nav civakê de belav bikin.  Bawerî û exlaqa xweş temînata him a vê dinyayê û him jî ya exretê ne. Sedema sûcên, ji hev cihê bûn, cinayet û bêaramîya civakî yên ku nexasim di van salên dawî de zêde dibin xerabûna bawerî û exlaqa civakê ye.  Însanekî/ê ku di nav xwe de du polêsê manewî yên cennet û cehennemê bihewîne her tim dê bi tirsa dayîna hisabê ya ji Xwedê re bijî û dê hifza xwe ji neqencîyan bike û dê di nav aramîyê de bijî.  Hûn ne polêsekî du polêsan jî deynin ser serê wî/ê kesê/a ku di nav xwe de polêsê cennet û cehennemê nahewîne, ew ê ew kes bi şikleke rêya wê bibîne û dê tiştê ku dixwaze bike.  Dewlet wan pîrekên ku marûzî şiddetê dimînin û gefa kuştinê li wan tê xwarin dixe bin parastina polêsan û hewl dide wan himaye bike. Bi vî rengî ger temamê polêsên teşkîlata ewlehîyê bo vî karî bên wezîfedarkirin jî dîsa jî dewlet nikare ji heqê vî karî derkeve. Heta ku çirav neyê zûwa kirin bi mêşê re micadele nikare bê kirin.Bes çareyeke zûwakirina çirav û teqanê heye; bi civakê qezencekirina bawerî û exlaqê. Ji bo ku em van tiştan pêk bînin em ji xelkê re qala Îslamê û wî Pêxemberê xwe yê ku xwedî exlaqekî xweş e dikin, fermanên di Qur’ana Kerîm de ji wan re teblîx dikin.  Di vê oxirê de em temamê mal û milkên û dahatûya xwe feda dikin. Ew kesên ku di pey fealîyetên me de  hinek tiştên din digerin, dema ku li xebera ‘bav bi salan tecewizî qîza kir’ mêze kir dilê wan êşîya bana, pê qehir bûbana û li dijî bêexlaqî û bêbawerîya di nav civakê de tiştina kiribana. Divîyabû pêşîya şexsîyet û STKyên mîna me yên ku ji bo islaha civakê dixebitin hatibana vekirin; lê belê bi komployan em ceza dikin ku ev yek dibe sedem ku civak ber bi bêbawerî û bêexlaqîyê de biçe û hizûr û aramîya di nav civakê de hilweşe.Min dixwast ku heyeta mehkemê temamê fealîyetên me yên mîna semîner, konferans, mîtîng, daxuyanîya çapemenîyê, bernameyên civakî yên ku hejmara wan digihije bi hezaran û ew mijarên ku me di wan de anîye zimên û ew tiştên ku me ji kesên beşdarvan re gotine tevan li ber çavan girtibana. Heqîqeta sûcdakirinê û mahîyeta dosyayê di holê de ye.  Navên terora sun’î li dosyayan tê kirin û hewl didin mercîyên darazê bên tirsandin û xapandin.  Berê ji bo zarok bên tirsandin maskeyên cenewaran dida li ber rûyên xwe. Dema ku maske dihatin helandin dihat dîtin wechên pir şêrîn di pey maskeyan de hene. Heyeta mehkemê ger wan maskeyên sûn’î yên li ser van dosyayan ên ku kesên masûm û bêsûc wek cenewar û terorîst nîşan didin daxe  ew wan wechên şêrîn, pêwendîyên însanî û fealîyetên însanî dê bibîne.  Ger digel van tiştan û heyeta mehkemê vê dozyê û îddîanamê wek rêxistineke terorê binirxîne, wê çaxê divê ev yek baş bê zanîn senaryo û îddîaya terorê aîdî meqama dozgerîyê û amûrên bingehîn jî aîdî îstîxbarata leşkerî û yekîneyên ewlehîyê ne. Lewra yekîneyên ewlehîyê bi maîlên ne rast, li meskenan danîna hêmanên sûcê û  bi sûcdarkirinên nerast rê ji dozgerîyê re vekiriye û dozgerî jî di vî warî de serê xwe bi anîna delîlan neêşandiye û tiştina cûda bi kar anîye û wek pispirekî terorê yê hoste pevxistineke rêxistinê amade kiriye.”

 “Kesên ku vê terorê derxistine holê dozgerî û yekîneyên ewlehîyê ne”

Şahîn di dawîya parastina xwe de wiha got: “Ez cardin dibêjim, pêwendîyên min ên bi endamên komelê û mensûbên rojnameya ku ez pê re xebitîme,  daxuyanîya min a çapemenîyê ya derbarê girtina komelê de, pirsa weşandina fealîyeta komelê di rojnameyê de, di çarçoveya qanûn û hiqûqê de rexneyên ku min li neheqîyan kiriye, di bîlgîsayara kesekî ku ez wî qet nas nakim de derketina navê min, di daxuyanîyên çapemenîyê û civînên yasayî de wek axavtvan bi cî girtina min… ev tev ger îro wek sûcê terorê tên danîn li ber min wê demê li gor qanaata min kesên ku vê terorê derxistine holê dozgerî û yekîneyên ewlehîyê ne. Divîyabû di şûna min de ew hatibana darizandin. Ez ê ecêbmayîna xwe bînim zimên, li qisûra min nenêrin; meqama dozgerîyê û yekîneyên ewlehîyê sûcdarkirinên bi vî awayî bi çi cesaretî anîne li ber we?Li vî welatê ku sabiqa wê gelek qirêj e, ez wek welatîyekî dema ku difikirim digihijim vê netîcê;  an yekîneyên ewlehîyê bi fikra ‘heyeta dozgerî û mehkemê ji me ye’ hereket dikin an ji ber zêdebûna dosyayên ku di refan de zêde bûne dibêjin ‘em çi deynin li ber heyeta mehkemê lêkolîn nakin’ an jî dibêjin ‘em dewlet in, heyeta mehkemê xebatkarên mehkûmên maaşdar ên dewletê ne’ û bi vê hêzê hereket dikin. Ez ji ser rewşa dosyaya xwe dikarim vê yekê bi şikleke rihet bibêjim, yekîneyên ewlehîyê dixwazin ber meqamên dozgerîyê û heyetên mahkemê bi van dosyayan dagirin û şiklê noteran bidin mahkemeyan.  Bi vî awayî ew ê tiştên ku dixwazin karibin bi wan bidin kirin.Digel temamê tiştên heyî, hûn bi wan qerarên ku hûn didin mesûl û berpirsiyar in.  Divê hûn li gor pîvana heqê qerar bidin da ku hûn nebin şîrîkê zilma ku li kesekî mezlûm hatiye kirin û heqê û hiqûqê wî hatiye îhlalkirin. Ji bo vê yekê ez dixwazim tawsîyeya zanayekî ya ku li hakiman kiriye di bîra we bixim dê ev yek fêdeya wê hebe. Zana wisa dibêje; ‘Kesekî ku çavê wî derketiye rabe were ba we û gazinan bike, hema di cî de qerarê nedin, terefa hember guhdar bikin; lewra dibe ku her du çavên kesê hember hatibin derxistin.’ Ev îddîanameya ku çavê xwe pansûman kiriye û weke ku hatiye derxistin nîşan dide, me 9 mehan di girtîgehê de da girtin û her du çavên me derxist û ev jî ne bes bû  niha qestî canê me dike. Wek encam, ez hêvî dikim wan hiqûqnasên bibînim ku  ew ji mulahazayên siyasî dûr bin, wîcdana wan ne bi gotina xelkê û bi pereyan be û li ba mezlûman cî bigirin û heqê wan îadeyî wan bikin û hiqûqê li ser pîyan bigirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû