Maduro bang li raya giştî ya Amerîkayê

Serokê Dewleta VenezuelayêNîcolas Maduroyê ku beşdarî meşa ku li dijî teşebûsa darbê ji teref artêşa Venezuelayê ve hat tertîpkirin bû, bang li raya giştî ya Amerîkayê kir “Bila Amerîkaya Latîn nebe Vîetnameyeke nû.”

Ji teref artêşa Venezuelayê ve li dijî teşebûsa darbê ya ku ji teref Amerîka ve hat kirin meşek hat lidarxistin. Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro jî beşdarî vê meşê bû û di meşê axavtinek kir.

Maduro di axavtina xwe ya ku kir de bang li raya giştî ya Amerîkayê kir. Maduro destnîşan kir di pey wê darbeya ku hat xwestin bê kirin de birêveberîya Trump heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka çav berdaye nefta Venezuelayê.  Şerên Lîbya û Iraq ji vê yekê re mînak in. Ez ji xelkê Amerîka teleb dikim ku leşkerên Amerîka ji Venezuelayê dûr bigirin. Bila Amerîkaya Latîn nebe Vîetnameke nû.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin