Malbata ku mala wî di bin avê de ma li benda alîkarîyê ye

Malbata Beyazid a ku li Qosera Mêrdînê dijî ji ber barana ku barîya mala wan di bin avê de ma, malbat niha li benda alîkarîyê ye.

Li Qosera Mêrdînê ji ber barana ku zêde barîye gelek mal di bin avê de man. Yek ji wan malên ku di bin avê de man mala Mehmet Seîd Beyazit e. Ji ber ku mal di bin avê de ma eşyayên di malê de tev zirar dîtin.

Beyazid di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir ew mexdûr bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez hatim malê hundir tijî av bûbû. Ji ber ku logara kanalîzasyonê serve çûbû temamê avê di mala min de avêt. Bo ev ji malê bê tahlîyekirin me dîwarê cîranan şikand, lê dîsa av xelas nebû. Me li îtfaîyê, MARSUyê gerîya, em li benda wan in.Weke ku tê dîtin  temamê eşyayên me zirar dîtine û kêrî tiştekî nayên. Ez digel zarokên xwe li derve mam. Ez nizanim çi bikim. Em mexdûr in. Înşallah rayedara dengê me bibihîzin û ji me re bibin alîkar. Em perîşan bûne.”

 “Gelek zêde mexdûr bûne û halê wan perîşan in”

Orhan Saribaturê cîranê malbata Beyazit derbarê mijarê de diyar kir ew ji malbata mexdûr re bûne alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em hatin hundirê malê tijî av bûbû. Em li gor derfetên xwe hewil didin avê vala bikin. Eşya tev çûn. Gelek zêde mexdûr bûne, perîşan in. Înşallah qeymeqam û walîyê me dê guh bidin dengê wan û xwedî li wan derkevin. Xanima wî nexweş e. Dema ku dermanan bi kar tîne ji xwe ve diçe, wek mirîyekê ye. Ji ber ku xanima wî nexweş e ew bi xwe jî nikare bixebite.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû