Malbata Sûrîyeyî ya ku di haleke perîşan de dijî li benda alîkarîyê ye

Malbata Sûrîyeyî ya ku tev de 6 nefs e û ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyê koçî Êlihê kirin ji ber ku halê wan nebaş e li benda alîkarîya xêrxwaz û rayedaran in.

Malbata Sûrîyeyî ya ku tev de 6 nefs e û ji ber şerê navxweyî ya li Sûrîyê ji Helebê pêşî Sêwerega Rihayê û dûre koçî Êlihê kirin ji ber ku halê wan nebaş e li benda alîkarîya xêrxwaz û rayedaran in.

Muhammed Elî û Zozan Elî derbarê mijarê de diyar kirin piştî şerê li Sûrîyê ew gelek zêde zehmetî kişandine û ji ber vê yekê ew pêşî hatine Sêwerekê û dû re jî derbasî Êlihê bûne ku ev 2 meh in ew digel zarokên xwe hewl didin di nav tunebûnê de bijîn.

Zozan Elîya ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir dema ku zilamê wê li Sêwerekê di înşaatê de dixebitî ji ber ku beton di ser de ketiye hestûyên milên wî şikîyane û ji ber vê yekê nikare bixebite.

Elî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev 6 sal in ku li Tirkîyê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tiştekî me tune ye. Em 6 salan li Sêwerekê  man. Ev bû 2 meh ku em hatine Êlihê. Tevde 4 zarokên me hene. Wextê em li Sêwerekê bûn zilamê min di înşaatê de dixebitî û beton ket li ser milê wî û hestûyên milên wî şikestin. Ji ber vê yekê nikare bixebite. Ji wextê em hatine vê derê kesî alîkarîya me nekiriye. Xweda ji wan kesên ku dê alîkarîya me bikin razî be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e