Malbatên Yûsufîyan: Xweda dê vê zilmê qebûl neke

Malbatên Yûsufîyên ku bi komplo û kumpasên daraza FETO hatin avêtin zindanan û hêj di zindanan de tên girtin destnîşan kirin “Xweda dê vê zilmê qebûl neke.”

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza  FETO û 28ê Sibatê, malbatên  Yûsufîyên ku bi salan bi kumpas û komployan di zindanan tên girtin ziyaret kir.

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza  FETO û 28ê Sibatê, Suphîye Sabaza diya M. Emîn Sabazê ku 17 salan û Ayhan Elaltuntaşa diya Remezan Elaltuntaşê ku 24 salan di zindanê de tên girtin ziyaret kir. Di ziyareta ku hat kirin de Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza  FETO û 28ê Sibatê Musab Arasan destnîşan kir divê mexdûrîyeta wan kesên ku bi kumpas û komployan hatine girtin bê çareserkirin ku em wek înîsîyatîf bo vê yekê xebatên xwe didomînin.

 “Xweda heqê wî li ba wan nehêle”

Suphîye Sabaza dêya Mehmet Emîn Sabazî derbarê mijarê de diyar kir “Xweda heqê wî li ba wan nehêle” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ev bû 17-18 sal ku lawê min girtîye. Çawa ku mektebê xelas kir hat girtin. Em dixwazin wî bixewicînin, lê em nikarin.  Xweda dê vê y€kê qebûl neke. Em dixwazin efû bê derxistin û lawê min bê berdan. Ew şandin bajarên mîna Mûş, Sêrt, Tokat û Êlihê. Ne tenê Remezanê min, lawên min din jî ji vê rêyê derbas bûn. Lawê min çi kir ku vê zilmê li me dikin. Lawê min bes ji ber ku ehlê Qur’anê bû ev zilm lê tê kirin. Wan kesên ku temamê pisîtîyan kirine berdidin; lê wan zarokên me yên ku xwedî hesasîyetên Îslamî ne bernadin.”

 “Bi lîstik û komployên FETO lawên me avêtin girtîgehê”

Ayhan Elaltuntaşa diya Remezan Elaltuntaşî jî di ziyareta ku lê hat kirin de diyar kir ew û hevalên wê tev li benda efûyê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 24 sal ku lawê min di girtîgehê de ye. Bi lîstik û komployên FETO lawên me avêtin girtîgehê .Dema ku di girtîgehê de bû bavê wî rehmet kir. Bavê xwe nedît. Di dema ku Yûsufî di girtîgehan de bûn gelek bav û dê rehmet kirin. Em jî nexweş in û li benda lawên xwe ne. Çendîn caran me xwe berda kolanan, nameyan nivîsand ji serokomar re şand; lê belê tu bersiv nehat Hemû kes ji girtîgehê derdikeve; lê belê ew kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin nayên berdan. Em xemgîn dibin, ew ê aqûbeta lawên me çawa bibe? Bila me jî bibînin û dengê me bibihîsin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû