Mayin û Şer

Li Gever û Licê, Mayin Teqiyan 3 Esker Hatin Kuştin, Li Şirnexê Operasyon Dest Pê Kir

Li gor xeberan hat gotin, li Geverê, gava konvoya eskeriyê di rê de derbas dibe, mayinek ji dûranî ve tê teqandin. Di teqînê de, tiştek bi kesî nehatiye.

Li aliyê din, di riya Bingol û Diyarbekir de, mensûbên PKKê rê birî. Tûrîstek Îngilîzî revandin. Wesaîtek şewitandin. Hadîse li cîwara Tabantepe qewimiye. Bi du wesaîtên dest dabûn ser, tûrîst bi xwe re revandin.

Paşê hat diyar kirin ku PKKyî tûrîstê do revandibûn, îro berdane.

Li hêla Licê jî, operasyon dest pê kiribû. Di operasyonê de, li çiyayê Licê, eskeran pêl mayineke kir. Di teqîna mayinê de, qomandarê Cenderma Licê, ûzman çawîşek û eskerek can dane. Esker birîndar bûye, rakirine nexweşxanê, feqet li wir can daye.

Wekî din hat diyar kirin ku li hêla Şirnexê, li çiyayê Qato operasyon hatiye rast kirin. Helîkopterên skorskî, tîmên hereketa xisûsî daxistiye herêma operasyonê. Der heqê operasyonê de, agahiyên zêde nehat diyar kirin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be