Di sala 2009an de kesekî Avusturyayî ji ber ku heqaretî Hz. Muhammed kiribû derbarê wî de doz hatibû vekirin û di sala 2011an de jê re cezaya pereyan hatibûn dayîn ku ev şexsê Avusturyayî hukma ku hat dayîn biribû mehkemeya bilind û mehkeme jî îtîraza wî qebûl nekiribû. Ji ber vê yekê şexsê Avusturyayî ji ber vê yekê qerara ku derbarê wî de hatibû dayîn biribû Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê.
Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê, îtîraza ku derbarê mijarê de ji wan re hat kirin qebûl nekir û hukum da ku ji Hz. Muhammed re heqaret kirin ne azadîya gotinê ye.
Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ew gotinên ku derheqê Hz. Muhammedê ku Pêxemberê Îslamê ye de hatine bikaranîn, wek êrîşa ku heqaretan dihewîne hatine qebûlkirin. Her wisa ev cûr êrîş dê pêşbiryaran har bike û dê gefê li azadîya dîn a li Avusturyayê bixwe.”
ÎLKHA