Mehkûmên Yûsufî Mehmet û Sadun Çîgdem beşdarî tazîyeya dîya xwe bûn

Mehmet û Sadun Çîgdemê Yûsufî yên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bi salan di girtîgehê de tên girtin, beşdarî tazîyeya dîya xwe bûn.

Dayika Şamsa berî vê çend rojan ji ber ku nexweşîya wê lê zêde kiribû hatibû rakirin nexweşxanê û daxwaz kiribû ku cara dawî her du lawên xwe yên Yûsufî bibîne. Lê belê digel temamê serîlêdanan rayedaran bersiveke erênî nedabûn teleb û daxwaza dayika nexweş.

Şamsa Çîgdema dil bi kul doh na pêr bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî çû rehma Xwedê û ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat definkirin. Nasên malbata Çîgdemî serî li Serdozgerîya  Komarê ya Sêweregê dan da ku Yûsufîyên bi navê Mehmet û Sadun Çîgdem beşdarî merasîma definkirina dayika xwe bikin; lê belê serîlêdan nehatibû qebûlkirin.

Malbata Yûsufîyan, vêcarê ji bo her du bira beşdarî tazîyeya diya xwe bibin serî li Serdozgerîya  Komarê ya Sêweregê dan. Bi destûra ku hat dayîn û her du bira di bin tedbîrên ewlehîyê de di seat 11.00an de hatin anîn mala şînê.

Her du bira ji teref malbat, naskirî û hevaldozên wan ve bi kêfxweşî hatin pêşîwazîkirin.

Hat hînbûn ew ê her du bira berêvarî dê bin birin girtîgehê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû