Mehmet Yavuz hat definkirin

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku doh êvarî çû rehma Xwedê li Kahtaya Semsûrê ji teref nas û hevalên xwe yên dozê ve hat definkirin.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin doh êvarî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin.  Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê. Yavuzê ku ev bû demeke dirêj ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxanê dihat dermankirin doh êvarî rehmet kir.

Yavuz li Kahtaya Semsûrê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

Mehmet Goktaşê Birêvebirê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê di merasîma cinazê de axavtinek kir. Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, Mehmet Yavuz merivekî pir baş û qenc bû.

Dû re Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan destnîşan kir, Mehmet Yavuz di rojeke mubarek de wefat kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, alîkarên serokê giştî, gelek nivîskar û temsîlkarên partîyên siyasî beşdarî merasîma definkirinê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir
Li Efxanîstanê êrîş li mizgeftê hat kirin: 6 kes mirin