Mehmet Yavuz wefat kir

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin çû rehma Xwedê.

Hat ragihandin Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxaneya dihat dermankirin çû rehma Xwedê.

Xebera wefatê ji teref Şêwirmedê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xalef Yilmaz ve ji ser medyaya civakî hat belavkirin.

Yilmaz di peyama ku belav kir de derbarê mijarê de wiha got:” إنا لله وإنا إليه راجعون. Xoceyê me Mehmet Yavuz çû rehma Xwedê. Rebbê min teqsîrata wî efû bike.Rebbê min, wî bi tiştê ku li xweşa wî neçe li hev neyîne û wî ji pêxemberan re bike cîran, wî bike nav sefên salihan û wek şehîd bixe cenneta xwe.”

Yavuz ew ê îro piştî nimêja înê li Kahtaya Semsûrê bê definkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin