Mehmet Yavuzê ku rehmet kir dê piştî nimêja Înê bê definkirin

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin doh êvarî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin. Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê.

Mehmet Yavuzê ku rehmet kir ew ê piştî nimêja înê li Kahtaya Semsûrê bê definkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin