Mensûbên Pkkê Yên Edenê: Êrîş Ne Me Kiriye

Kesên ji xwe re dibên “Ciwanên Kurdan Yên Edenê” beyanatek dan û gotin: “Tu ‘eleqa me bi êrîşa li hember Mustez’ef Komê ve tune ye.”

Li gor xebera ajansa resmî a Pkkê,  Komeke bi navê “Ciwanên Kurd Yê Edenê” êrîşa bi molotov kokteyl li hember Komeleya Piştevaniya Mustez’efa hatiye kirin şermezar kirin.

Teşkîlata Ciwanên Edenê, êrîşa ji alî kesên nayên zanîn, di bîstê sibatê se’et yek û nîva de li hember Komeleya Piştevaniya Mustez’efa hatiye kirin şermezar kirin.

Teşkîlata Ciwanên Edenê beyan kirin ku; Tu ‘eleqa wan bi vê êrîşê tune ye û ev êrîş, êrîşeke provakator e. Ji ber vê yekê em vê êrîşê şermezar dikin.

Teşkîlata Ciwanan beyan kirin ku ev êrîş ji teref hêzên dewletê hatiye kirin û pey êrîşê nehatina tu hêzên asayîşê yên dewletê bi bal ciyê hadîse çêbû ye jî delîla vê yekê ye. (Muhammed Sebatî / Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin