Meşal: Berxwedana çekdar dê bi temamê şêwazên xwe berdewam bike

Xalid Meşalê ji serokên berê yên Hamasê Navenda Operasyonên Hevpar helwesteke baş nîşan dan û got “Berxwedana çekdar dê bi temamê şêwazên xwe berdewam bike.”

Xalid Meşalê ji serokên berê yên Hamasê, malbata Nureddîn Berekeyê Fermandarê Tuxayên Qassamê yê ku yekşema borî digel hevalên xwe di pevçûna ku bi siyonîstan re derket de şehîd bû gerîya û ji wan re sersaxî xwest. Meşal di axavtina xwe ya ku bi malbatê re kir de destnîşan kir ew Bereke û hevalên wî yên ku digel hev şehîd bûne taqdîr dike.

Meşal di berdewama axavtina xwe de diyar kir berxwedana çekdar dê bi temamê şêwazên xwe berdewam bike.Meşalê ku bo şehîdan ji Xwedê rehmet teleb kir diyar kir ew ji Xweda niyaz dike ku şehîd ji teref Xwedê ve di cinnetên Fîrdews de bên bicîkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir