Meteorolojî bo tevahîya Tirkîyê hişyarîya baranê kir

Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê daxuyand ew ê li tevahîya Tirkîyê baran bibare.

Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve di daxuyanîya ku hat belavkirin de hişyarîya baranê hat kirin û hat destnîşankirin ew ê li tevahîya Tirkîyê baran bibare. Di daxuyanîyê de her wisa hat xwestin ji bo neyînîyên ku dê îhtîmal e pêk werin  bila welatî bi tedbîr bin.

Li gor nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hatiye kirin ew ê herta çend rojan li tevahîya Tirkîyê hewa bi ewr be û dê li rojhilta bakûr a Marmarayê, Behra Spî, qeraxên rojhilat û rojavaya Deryaya Reş, Herêma Anatolîya Rojhilat û Rojhilata Başûr baran bibare.

Ji ber îhtîmala barana zêde ya ku dê bibare di daxuyanîyê de hişyarî li welatîyan hat kirin da ku welatî bi dîqqet û bi tedbîr bin.

İLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e