Meteorolojîyê ji bo 8 bajaran hişyarîya barana zêde kir

Meteorolojîyê ji bo Edîrne, Kirklarelî, Trabzon, Rîze, Artvîn, Gumuşhane, Ardaxan, Tekîrdag û Gîresunê hişyarîya barana zêde hat kirin.

Baran tesîra xwe li bajarên ku li ber  behrê ne û nêzî behrê ne zêde dike. Ji teref sazîyên bi  hewayê re pêwendîdar in ve derbarê mijarê de hişyarî tên kirin da ku pêşîya bobelatan bê girtin.

Herî dawî ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve derbarê barana zêde de hişyarî hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hat belavkirin de ji bo 8 bajarên bi navê Edîrne, Kirklarelî, Trabzon, Rîze, Artvîn, Gumuşhane, Ardaxan, Tekîrdag û Gîresunê hişyarîya barana zêde hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr tevbigerin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin