Minibus Ket Nav Çêm: 5 Mirî 15 Birîndar

Li bajarê Edene, mînîbûsek ket nav çemê Goksuyê û di encamê de 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya NTV, di rêya navbera navçeyên Feke û Saimbeyli yên Edeneyê de, şofêrê mînîbûsa ku rêwiyên wê hemû ji dawetê dihatin, dilkutkê lêda.

Li gorî nûçeyê, ji ber vê yekê, minibus ket nav çêm û di bûyerê de 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin, rewşa hinek ji birîndaran nebaş e.

Dengê Xana Axpar

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin