Mînîbusa ku karkerên findiqan vediguhast qeza kir: 15 birîndar

Mînîbusa ku karkerên findiqan vediguhast û ji Orduyê bi rê ketibû qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de15 karker birîndarbûn.

Hat ragihandin mînîbûsa karkerên ku bo findiqan ji Çinara Diyarbekirê çûbûn Orduyê di rêya vegerê de qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 15 karker birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Diyarbekirê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  mînîbûsa bi plaqeya 63 F 3590 a ku ajokarê wê  Rafet Kirmaç bû, ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qulibî.

Li gor tespîtên ewil di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes birîndar bûn. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ambûlans sewqî vihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû