Mislimanên Moroyê di hilbijartinan bi ser ketin

Mislimanên Moroyê yên ku li Fîlîpînan dijîn di encama micadeleya ku 73 salan berdewam kir de ketin hilbijartina xweserîyê û bi sedî 80î hilbijartinan qezenc kirin.

Hat ragihandin Mislimanên Moroyê yên ku li Fîlîpînan dijîn di encama micadeleya ku 73 salan berdewam kir de ketin hilbijartina xweserîyê û bi sedî 80î hilbijartinan qezenc kirin.

Mislimanên Moroyê  di bergeha peymana aştîyê ya ku di navbera Mislimanên berxwedêr û hikûmetê de hat kirin de ji bo Qanûnan Bingeh a Bangsamoro çûn referandûmê.

Li gor daneyên ku ne fermî ne Mislimanên Moroyê di encama hilbijartina ku hat kirin de ji bo xweserîyê ji sedî 80î dengê erê dan.

Tevde 2 milyon û 165 hezar hilbijêrên Misliman beşdarî hilbijartinan bûn. Di hilbijartinên ku hatin kirin de bûyerên adlî pêk nehatin.

Li gor vererastkirina nû ya ku hat kirin w ê hikûmeta xweser a Bangsamoro bê damezrandin û ew ê mehkemeyên ku lê hukmên şer’î bên tertîpkirin karibin bên vekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e