Mizgeft bi zarokan şên bûn

Li Mêrdînê piştî ku mekteb tatîl bûn re zarokan berê xwe dan mizgeftên li bajêr.Zarok li camîyan ji alîyekî ve Qur’ana Kerîm hîn dibin û ji alîyê din ve kêfxweşîya hatina li camîyan dijîn.

Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve îsal bi dirûşmeya “Bila Mizgeftên me bi zarokan tije bibin û exlaqê wan bibe Qur’an” qursên Qur’anê hatin destpêkirin.

Li camîyên ku lê qursên Qur’anê hatin vekirin zarok him Qur’ana Kerîm hîn dibin û him jî dersên siyerê, ilmên Îslamî fêr dibin.

Zarokên ku tên camîyê ji ber ku dersa Qur’anê û ilmên Îslamî distînin kêfxwe in. Zarokên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Oyku Yagmur Kasirga(8):  Ji ber ku ez Qur’ana Kerîm hîn dibin gelek zêde kêfxweş û bextewar im. Em gelek zêde ji camîyê hez dikin. Him Qur’ana Kerîm hîn dibin û him jî dersên ilmên Îslamî distînin. Xoceyên me kirina nimêjê, girtina destnimêjê hînî me dikin.

Berat Bekîn(10): Em di vê betlaneyê de tên camîyê. Em li camîyê tiştên xweş hîn dibin. Em hatin vê derê da ku Xweda û pêxemberê Wî hîn bibin. Em gelek zêde ji camîyê hez dikin.”

Yakup Bekîn(9):  Em ê li camîyê Qur’ana Kerîm û jiyana Hz. Muhammed hîn bibin. Em ji hevalên xwe re tewsîye dikim da ku werin camîyê.

Hacîr Şamîlê Iraqî(11):  Em li vê derê him Qur’anê hîn dibin û him jî kêfa xwe mêze dikin. Ez gelek zêde ji camîyê  hez dikim.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e