Mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf destnîşan kir, mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin.

Muhammed Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê bi endamên çapemenîyê re hat bal hev.

Di hevdîtina ku hat kirinde Cevad Zarîf balan kişand li ser mueyîdeyên ku ji teref Amerîka ve tên sepandin û wisa got: “Mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin.”

Zarîf di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji bo rewşa xirab û nebaş a li herêmê divê welatên ku cîranên hev in bi hev bişewirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger li dijî mueyyîdeyên Amerîka mucadele neyê kirin  ew ê civaka navneteweyî bi qeyraneke ciddî re rû bi rû bimîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin