Li gor xeberan hat gotin, ji ber şerê di navbera hêzên Esed û ordiya azad a Sûriye de, 600 multeciyên Filîstînî, ji Sûriye barkirine û îltîcayê Lubnanê kirine.
Mesûlekî İniya Rizgariya Gelê Filîstîn Merwan Ebdûl ‘Al, di beyana xwe de da zanîn ku di 3 rojên dawî de, 600 malbatên Filîstînî, derbasî Lubnanê bûne. Kesên îltîca kirine, gelekî wan ji qempa multeciyan ya Yermûkê ne.
Li gor xeberan hat beyan kirin ku multeciyên derbasî Lubnanê bûne, pirê wan li qempên Celîl û Taalabyayên li newala Bekaayê, 50 malbat li qempên Nehrul Barîdê, 28 malbat li qempa Beddawiyê, yên din jî li Eynul Hîlwayê hatine bicîh kirin. Gelek Filîstîniyê din jî, ji bo barkirinê ji berpirsiyarên Sûriyeyê destûrê xwestine. Berî niha hêzên Esed havan avêtibûn qempa Yermûkê, 21 multeciyên Filîstînî hatibûn qetil kirin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)