Muslumanê Araqanê, ev serê çend meh e, ji teref hov û harên bûdîst û hikûmeta Myanmarê ve, marûzî qetlîamek wehşî dibin. Malê wan talan dibin, tên xera kirin û şelandin. Ji war û welatê xwe, mecbûrî hîcret û barkirinê dibin. Ji teref Bûdîstan û eskerên dewletê tên qetil kirin. Emniyeta dewletê, nahêle, çavdêr û kesên însanperwer ji bo kifşa rewşê, têkevin Myanmarê. Bangladeş û cîranê dewletê din jî, muhacirê Myanmarê qebûl nakin.
Li ser van hemî neheqî û wehşetan, teşkîlat û saziyên navnetewî, bêdeng in, kerr û lal in, temaşe dikin. Ne ji Ewrûpa û ne jî ji Emerîka, ji komel û civakên mafên mirovan tu deng dernakeve. Dernakeve lewra kesên zulm û te’de dibînin, ne fille û cihûd in.
Der barê rewşa muslumanê Myanmarê de, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Ramîn Mîhmanperest, beyan kir ku civak û teşkîlatên navnetewî û Îslamî, zû bi zû tevbigerin, gavan bavêjin ji bo zulm û şîddet bê sekinandin.
Berdevkê sekreterê giştî yê dewletên Yekbuyî Martîn Nesîrky, diyar kir ku nikarin têkevin Myanmarê û tenê li hadîseyê temaşe dikin. Tê gotin ku bi sed hezaran musluman, mecbûrî hîcretê bûne.
Berpirsiyarê Weqfa ÎHHyê yê Myanmarê Saît Demîr, îfade kir ku ji ber hêzên emniyetê, nikaribûne têkevin Myanmarê, hew derbasî qempên multeciyan yên nêzî sînorê Bangladeşê bûne. Li gor devê multeciyan eşkere dibe ku Bûdîst û eskerên har, camiyû xaniyan dişewitînin. Zêdetirî 500 musluman hatine qetil kirin. Kesên bi dizî derbasî Bangladeşê bibin jî, li wir nikarin tedawî bibin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)