NATO: Ji ber rewşa li Lîbyayê em endîşedar in

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir “Ji ber rewşa li Lîbyayê em endîşedar in.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg derbarê rewşa dawî ya li Lîbyayê de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Stoltenberg di daxuyanîya ku belav kir  de bang li terefan kir û destnîşan kir êrîşa leşkerî ya ku li hember Trablusê tê kirin gefê li jiyana sîwîlan dixwe.

Stoltenberg di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir gavên leşkerî dê Lîbyayê nebin çareserî û ew destekeke kamil didin hewldanên çareserîyên siyasî.

General Halîfe Hafterê ku serokê muxalifan e û ji teref Rojavayîyan wan  tê destekkirin di 4ê Nîsanê de êrîşî Trablûsê kiribû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin