Navê Aylan Kurdî dê bê dayîn keştîya rizgakirina penaberan

Navê Aylan Kurdîyê 2 salî yê ku di sala 2015an de di Behra Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da bê dayîn keştîya bi navê “Professor Albrecht Penck"a ku ji bo rizgarkirina penaberan hatiye wezîfedarkirin.

Hat ragihandin navê Aylan Kurdîyê 2 salî yê ku di sala 2015an de di Behra Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da bê dayîn keştîya bi navê “Professor Albrecht Penck"a ku ji bo rizgarkirina penaberan hatiye wezîfedarkirin.

Derbarê mijarê de ji teref sazîya alîkarîyê ya bi navê Gordenê Berdevkê Sea Eye ku tê wateya Çavdêrê Behrê ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin navê Aylan Kurdîyê 2 salî yê ku di sala 2015an de di Behra Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da bê dayîn keştîya bi navê “Professor Albrecht Penck"a ku ji bo rizgarkirina penaberan hatiye wezîfedarkirin. Ew ê merasîma navdayînê di 10ê Sibatê de li Bendera Mallarcoya Îspanyayê bê tertîpkirin û Abdullah Kurdîyê bavê Aylan û Fatime Kurdîya xaltîya Aylanî beşdarî merasîmê bibin.

Gorden di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi sedan endamên wan ên dildar ên ku wezîfeya wan eslî dikandar, parêzer, doktor û xwendekar in hene û ji sala 2016an vir ve bi keştîyan zêdetirî 14 hezar kes hatine xelaskirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin