Navê nexweşîya wan jî dermanê nexweşîya wan jî nayê zanîn

2 xwişk û birayêku li Qosera Mêrdînê dijînne navê nexweşîya wan jî dermanê nexweşîyawan tê zanîn.

2 zarokên malbateke ku li Mêrdînê dijî bi nexweşîyeke ku hêj navê wê bi xwe jî nayê zanîn û ji bo başbûna wê nexweşîyê derman jî tune ye ketine. Malbata ku ji bo zarokên wê baş bibin çû cem temamê doktoran  niha di nav bêçaretîyê de ye û ji serokomar alîkarîyê teleb dike.

Enwer û Şukrana ku jin û mêrê hev in xwedî 2 zarokên ku navê nexweşîya wan bi xwe jî hêj nayê zanîn in û niha li Qosera Mêrdînê dijîn. Dê û bavê dilşewat ji bo her zarokên wan ên nexweş baş bibin doxtor bi doxtor, bajêr bi bajêr gerîyan; lê belê heta niha tu kesî ew baş nekirin. Lewra nexweşîya ku her 2 zarok pê ketine hêj nayê zanîn ka nexweşîyeke çawa ye û bi çi dermanan tê başkirin.

Dê û bav derbarê zarokên xwe yên nexweş de ji ÎLKHAyê re vegotin ku ev bû 13 sal ku zarokên wan nexweş in û ji ber nexweşîya xwe zarokên wan ne dikarin birêve biçin, ne xeber bidin, ne rûnin û  ne jî xwarinê bixwin.

Dê Şikran Dogan derbarê  nexweşîya zarokên xwe de bi şikleke kelegirî got “ Ev 13 sal in ku min çi zehmetî kişandiye Xweda dizane û ez dizanim. Ez dayik im û bi hesta dayikbûnê bang li Emîne Erdogana xanima Serokomar Tayyîp Erdogan dikmn. Ji bo riza Xwedê li me xwedî derkevin.”

Bav Enwer jî derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo tedawîya zarokên xwe çûne gelek nexweşxaneyan û dû re wiha li axavtina axavtina xwe zêde kir: “ Nexweşxaneyek nema ku em neçûbinê, lê belê hêj derbarê nexweşîyên zarokên me de teşhîsek nehatiye kirin. Ez bes tiştekî dixwazim ku ew jî başbûna zarokên min e. Ez bang li Serokomar dikim.  Me di xeberan dît ku ew li gelek kesên nexweş xwedî derket. Ez dixwazim ku di warê başbûna nexweşîyên zarokên me de ji me re bibin alîkar. Ji bo riza Xwedê her çi ji destên wan tê bila bikin.Ger nexweşîyek hebe, muheqqeq tedawîya wê jî heye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê