Hewlêr, 1 Adar (AKnews) – Cîgirê serokê PDKê û namzedê partiyê bo serokwezîriya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, digel serokê YÎKê, Selahedîn Behadîn hevdîtin kir û wiha got, “Serdana me bo baregeha yekgirtû ya Kurdistanê, ji daxwaza lêborînê mezintir e.”
Kobunawai Party u YakgrtuPiştî derbasbûna 3 mehan bi ser bûyerên devera Badînan û aloziya navbera PDK û yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê (YÎK), îro cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi hevrêtiya şandeke PDKê serdana baregeha YÎKê ya Hewlêrê kir û digel rayedarên wê civiya.
Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî, bi navê her du partiyan daxuyaniyek da raya giştî û diyar kir, em civîna îro wek destpêkek baş, ji piştî bûyerên Zaxo û Duhokê dibînin. Bûyerên han, bûyerên nexweş bûn û em wek PDK, di wê baweriyê de ne ku di parastina baregehên YÎKê de xemsarî hatiye kirin.
Barzanî, got, bûyerên devera Badînan, tenê zirar li YÎKê nedaye ji ber ku zirareke mezin li PDKê jî da û wiha pêde çû, “Em hêvîdar in, civîna îro bibe destpêkek baş bo çêkirina pêwendiyên tendurist digel YÎKê. Divê êdî tu baregeh û dikanek neyê şewitandin.
Nechirvan BarzaniCîgirê serokê PDKê, ragihand, di civînê de tu tiştek li ser hikûmeta nû nehat axaftin, lê heke hemû aliyek beşdar bibin baş dibe, helbet merc nîne herkes beşdar bibe lê bila alîkariya hikûmetê bikin. Her wiha, ev civînê ne ya dawî ye, dê civînên din jî bên sazkirin. Rayedarên YÎKê jî dixwazin bizanin sedema bûyeran û lêkolînên li bara bûyerên han çawa dimeşe.
Nêçîrvan Barzanî, li bara daxwaza lêborînê de jî wiha got, “Hatina me bo baregeha YÎKê, ji daxwaza lêborînê mezintir e.”
sm AKnews