Neçîrvan Barzanî sond xwar

Neçîrvan Barzanîyê ku ji Serokatîya Herêma Kurdistanê re hat hilbijartin dest danî li ser Qur’anê û sond xwar.

Hat ragihandin Neçîrvan Barzanîyê ku ji teref Parlementoya Kurdistanê ve ji Serokatîya Herêma Kurdistanê re hat hilbijartin dest danî li ser Qur’anê û sond xwar.

Merasîma sondxwarinê di seat 11.00an de li Salona Konferansê ya Saad Abdullah a li Hewlêrê hat tertîpkirin. Di merasîma ku hat tertîpkirin de Serokê Parlementoya  Kurdistanê Wala Ferîd ji bo sondxwarinê Neçîrvan Barzanî dawatî kursîyê kir.

Neçîrvan Barzanîyê ku ji bo sondxwarinê hat kursîyê dest danî li ser Qur’anê û wisa sond xwar: “Bi navê Xwedayê mezin. Ez sond dixwim ku ez ê mafên xelkê herêma Kurdistanê, destkeftîyên wê, yekîtî û digelhevîya wê û berjewendîyên wê biparêzim û ez dîsa sond dixwim ku ez ê vê selahîyeta ku ji min re hatiye dayîn dirist bi kar bînim û wezîfeya xwe bi cî bînim. Xweda ji me re bibe alîkar.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlud Çavuşoglu û Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî beşdarî merasîma sondxwarinê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e