Nunerê Anqerê ê rojnameya Yenî şafaka tirk a xwedan çavkaniyên nêzî hukumeta Tirkiyeyê Abdulkadir Selvî radigihîne ku Nêçîrvan Barzanî piştî danîna hukumeta nuh a Hewlêrê ê serdana Tirkiyeyê bike û Konferansa Neteweyî ya Kurdan bi destpêşxeriya birêvebiriya Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Mesûd Barzanî ê di meha hezîranê de bicive. Hêviya Tirkiyeyê ew e ku di konferansê de biryareka ku ji kurdan re bêje dema şerê çekdariyê derbas buye, çek deynin bi riyên aştiyane, diyalog û mizakereyan têkoşîna mafên xwe berdewam bikin.
Di konferansê de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ê axaftinekê bike û bangî têkoşerên hemî perçeyên Kiurdistanê bike ku ji dêlva şerekî çekdarî berê xwe bidin têkoşîna demokratîk a aştiyane. Wek tê zanîn Barzanî hem di civîna kurdên Kurdistana Rojava (Sûriyeyê) de hem jî di Konferansa Kurdistanî a Gêncan da ku herdu jî li Hewlêrê hatin lidarxistin serokê Herêmê Mesûd Barzanî ji hukumetên deverê ên ku kurd bindest kirine daxwaz kiribû ku îdî bes e mafê kurdan ên rewa nas bikin, kurd jî wek hemû gel û neteweyên cîhanê xwedan maf in li ser axa bavû kalên xwe bi miletên din re xwedan mafên wekhec, azad û bextewer bijîn. Barzanî bangî kurdan jî kiribû ku di vê serdemê de îdî pêwistî bi şerekî çekdarî nemaye, li hemû perçeyan divê ew riyên demokratîk yên aştiyane bidin ber xwe, rêzên xwe bikin yek û bi hukumetên dewletên serdest re têkevin nav mizakereyan.
Abdulkadir Selvî radigihîne ku baweriya hukumeta tirk ew e ku PKK ne amade ye zû bi zû çek deyne, muhtemelen ew dikare li dijî biryarên konferansa Neteweyî ên derbarê çekdanînê raweste.
Hukumeta Tirkiyeyê girigiyekê dide rola Nêçîrvan Barzanî a di çareserkirina pirsa şerê çekdarî ê navbera PKK-ê û dewleta tirk û bi hêviyên mezin amadeyiyan ji bo serdana wî ya Anqerê dike.
Li gor Selvî baweriya hukumeta tirk ew e ku serokê PKK-ê Abdullah Öcalan nema kare take rola terefê çareseriyê bilîze. Di mizakereyên salên berê û yên havîna par de derket holê ku erê giringiyeka Öcalan di nav girseyên gel de heye lê PKK ji bo ku di nav xwe de ji grûb û terefên cuda pêk tê ew nikare gotina xwe li ser PKK-ê ferz bike . Gava li hesabê PKK-ê tê ew guh dide Öcalan lê gava li hesabê wan nayê ew biryarên wî didin aliyekî. Hukumet derxistina şerê çekdarî ê havîna derbasbûyî û rapelikandina tengijiyana nav çivakê a heta vê Newrozê jî wek nimûneya vê dibîne.
Hukumetê heta nuha welê didît ku Murat Karayilan di nav KCK-ê de ew kes e ku herî zêde terefdarê diyalogê ye, lê bawerî ehew e ku "kîmyaya wî" jî hatiye guhertin û ew jî tevlî şrpîjkiran buye.