Neteweyên Yekbûyî: Bila mutabaqata Îdlîbê bê destekkirin

Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya ku da de bang li welatan kir ku ji wê plana Îdlîbê re destek bê dayîn.

Koordînatorê Alîkarêya Lezgîn ê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê mutaqabata Îdlîbê ya ku di navbera Tirkîye û Rûsyayê de hatiye kirin de daxuyanîyek da. Lowcock di daxuyanîya ku da de bang li welatan kir û destnîşan kir, ew mutabaqata ku li serê lihevkirin çêbûye hindik be jî derdorê aram kiriye û bo bi milyonan Sûrîyeyîyan bûye çavkanîya hêvîyê ku divê ev mutabaqat bê destekkirin.

 Tesmîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura jî di axavtina xwe ya ku di Neteweyên Yekbûyî kir de destnîşan kir divê komîteya makeqanûnê li Sûrîyê demildest bê sazkirin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku di wê komîteya makeqanûnê de bes Sûrîyeyî hebin.

Di dawîya heftîya borî de Serokên Tirkîye, Rûsya, Almanya û Fransayê li Stenbolê bo Sûrîyê civîyabûn û destnîşan kiribûn ku divê ew komîteya makeqanûnê berîya dawîya salê bê damezrandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû