Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê rewşa dawî ya Îdlîbê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ji serê meha Îlonê vir ve 38 hezar û 300 kes Îdlîbê terk kirin. Li gor agahîyên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatin parvekirin exlebeyê van koçberan ber bi sînorê Tirkîyê ve revîyane û hinek koçber bi hêvîya vegerê li çoltera nêzî bajêr bi cîh bûn.
Panos Moumtzîsê Koordînatorê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir bo siwîl nebin hedef cihên 235 nexweşxane, mekteb û wargehên siwîl bi Tirkîye, Rûsya û Amerîka re parve kir.
ÎLKHA