Neteweyên Yekbûyî: Li Îdlîbê sîwîl dimirin

Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ji meha nîsanê vir ve di encama êrîşên ku li Îdlîbê hatin kirin de herî kên 105 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ji meha nîsanê vir ve di encama êrîşên ku li Îdlîbê hatin kirin de herî kên 105 kes jiyana xwe ji dest dan.

Marta Hurtadoyê Berdevkê Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî  derbarê pevçûn û êrîşên ku li Îdlîbê hêj berdewam dike de daxuyanîyek da.

Hurtado di daxuyanîya k belev kir de destnîşan kir ji meha nîsanê vir ve di encama êrîşên ku li Îdlîbê hatin kirin de herî kên 105 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hurtado di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber êrîşên ku tên kirin herî kêm 200 hezar kes mecbûr mane ku herêmê terk bikin.

Di encama şerê navxweyî ya li Sûrîyê de heta îro nêzî milyonek û nîv însan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan însan jî ji warên xwe bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn