Neteweyên Yekbûyî: Zêdetirî 12 hezar zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn

Sala borî ji ber pevçûn û şeran li tevahîya cîhanê zêdetirî 12 hezar zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Hat ragihandin sala borî ji ber pevçûn û şeran li tevahîya cîhanê zêdetirî 12 hezar zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî re raportek hat pêşkêşkirin. Di rapora ku derheqê mirinên ji ber şeran pêk hatine de herî zêde Efxanistan, Filistîn, Sûrîye û Yemen derdikeve pêş.

Li gorî raportê sala borî li Yemenê ji ber êrîşên Siûd 729 zarok şehîd  û birîndar bûn. Li Filistînê jî di êrîşên siyonîstên terorîst de 59 zarok şehîd bûn û 2 hezar û 756 zarok jî birîndar bûn. Dîsa li gorî raporê li Efxanistanê jî sala borî dim êrîş û pevçûnên ku derketin de 3 hezar û 62 zarok an şehîd an jî birîndar bûn.

Li Sûrîyê jî ji ber êrîşên asimanî û teqînan hezar û 854 zarok şehîd û birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin