Nexweşê ku ji ber berfê mahsûr ma piştî 7 seatan hat rizgarkirin

Li Êlihê nexweşê ku ji ber berfê di rê de mahsûr ma piştî 7 seatan hat rizgarkirin.

Hat ragihandin li  çoltera Qabilcewza Êlihê ji ber berfê kesekî nexweş di rê de mahsûr ma. Nexweşê ku di rê de mahsûr ma piştî xebatên ku nêzî 7 seatan berdewam kir re hat rizgarkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundikê Aydinkonala gundê Bayramlara Qabilcewzê kesekî ku nexweş ket hat xwestin bê rakirin nexweşxanê. Lê belê ji ber berfa ku barîyabû rê hatibûn girtin ku nasên kesê nexweş xeber dan Îdareya Taybet ê Bajêr û ji wan alîkarî xwestin. Piştî alîkarîya ku hat xwestin de ekîbên Îdareya Taybet ê Bajêr xebat dan destpêkirin û di encama xebatên ku 7 seat berdewam kirin de rê hat vekirin û kesê nexweş hat rakirin nexweşxanê.

Derbarê mijarê de ji teref Îdareya Taybet ê Bajêr ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber îxbara ku hat kirin ew xebat dan destpêkirin û di encama xebata ku nêzî 7 seatan berdewam kir de rê hat vekirin û kesên nexweş hat rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin