Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê têra pêdivîya herêmê nakin

Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên.

Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên. Lewra nexweşên ku tên nexweşxanê hewl didin pêşî fîşa dorê û dûre jî ya muayenê bistînin ku di vê pêvajoya seknê ya ku berdewam dike de him kesên nexweş û him jî nasên nexweşan mexdûr dibin.

Nexweş gelek zêde di dorê de dimînin

Welatîyên ku hêj di wextên şeveqê de ji gundan û ji bajarên derdorê tên ji bo karibin fîşê bistînin gelek zêde di dorê de dimînin. Kesên nexweş û naskirîyên wan ji bo karibin fîşê bistînin dû re li ber derîyê doxtor dikevin dorê da ku karibin fîşa muayenê bistînin. Ji ber ku ev yek gelek zêde berdewam dike him kesên nexweş û him jî nasên wan mexdûr dibin. Hetta ji ber vê yekê gelek caran gengeşî û munaqeşe pêk tê.

Ji bo mexdûrîyet bên çareserkirin divê tedbîr bên standin

Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên. Kesên nexweş û nasên wan ji bo  tahlîl û rontgenan carinan bi rojan mecbûr dimînin ku li nexweşxanê bimînin ku ev yek jî tehdayî û zehmetîyeke cuda dide welatîyan. Welatî û nexweşên wan niha bendewar in ku problemên heyî bên çareserkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê