Serokê Dewleta Venezûela Nîcolas Maduro, di tura yekemîn a hilbijartinê de ji sedî 68e yê dengan girt û ji nûve bû serokdewletê Venezûelayê.
Li gor daneyên Komîsyona Lijneya Bilind ya Hilbijartinê a Venezûelayê serok dewletê berê Madûro 5,8 milyon deng girt û ji nûve bû serokdewlet.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku raqîbê Madûro Hanrî Falcom yê ku mensûbê artêşê yê berê û walîyê berê jî 1.8 milyon deng girt û bû duyemîn.
Mixalefetê jî hilbijartin boyqot kir. Ji ber boyqotê li gişrîyê welêt beşdarbûna hilbijarina serokdewletîyê ji sedî di 42 an de ma.
Mixalefet îdîa dike ku, Madûro qampanyayên hilbijartinê bi îmkanên dewletê birêve birîye û lijneya hilbijarinê ya nêzî hikumetê jî hile xistîye nava hilbijartinan.
Madûro yê ji sedî 68ê dengan girt û bû serokdewlet dê heta sala 2025an wezîfê bike. (ÎLKHA)