Operasyona FETO: Derbarê 34 kesan de qerara binçavîyê

Di bergeha lêpirsîna FETO de derbarê 34 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve tê birêvebirin de derbarê hinek kesên ku ji wezaretê hatine îxrackirin de qerara binçavîyê hat dayîn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin derbarê 34 kesên ku di Wezareta Tenduristîyê, nexweşxane û Wezareta Daristan û Çandîyê de dixebitin de qerara binçavîyê hat dayîn.

Li dijî wan kesên ku derbarê wan de qerara binçavîyê hat dayîn Enqere navend li 5 bajêran operasyona hemwext hatin lidarxistin û heta niha 27 kes hatin binçavkirin û ji bo 7 kesên din jî bên girtin xebat berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir
Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin
Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!