Operasyona Sîxûriyê

Operasyona SîxûriyêJi Bo 50 Eskerî Qirara Desteserkirinê Hat Dayîn

Di operasyona Sixûriya Eskerî de, di pêla 6an de, ji bo 50 eskerî qirara desteserkirinê derket.

Di çarçoveya operasyonên sixûriya eskerî de, pêla 6an hat û bi talîmata sersewcîtiya Îzmîrê, li 12 bajaran, lêgerîn hat kirin. Di çarçoveya lêpîrsînê de, derbarê 50 eskerên mûvazzaf de qirara desteserkirinê derket.

Di vê pêlê de, li Tekîrağê qûrmay yuzbaşiyek, li Balikesîrê jî usteğmenek û 2 astsûbay hatin binçav kirin. Li mala yuzbaşî lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de dest dan ser kompîtir û malzemên dîjîtal. Kesên hatine binçav kirin, şandin Îzmîrê.

Wekî tê zanîn ev şebeke, bi wasîteya hinek jinên fahîşe, dîmenên hinek wezîfedarên eskeriyê kişandine bi şantaja van dîmena, agahiyên eskeriyê bi dest xistine.

Operasyon, di meha Gulan û Hezîranê de dest pê kiribû û heta niha eskerên teqawît û yên mûvazzaf jî di nav de, 78 esker hatine girtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin