Otobus li wesayît û peyayan qelibî: Gelek kes birîndar bûn

Li Beyazida Stenbolê otobusa navbajêr li wesayît û peyayan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de gelek kes birîndar bûn.

Hat ragihandin  li Beyazida Stenbolê otobusa navbajêr ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyon winda kir li wesayît û peyayan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de gelek kes birîndar bûn.

Ji ber qezaya ku pêk hat gelek ambûlansan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Îlker Canaydinê ku ji qezayê re bû şahid derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez li cihê qezayê bûm. Min dît ku otobus  50-55 km sûret kir.  Min xwest ku ez bi bazdan bêm cihê bûyerê. Min dît ku pîrekeke Çînî li serdê dirêj bûye û pîyê wê jê bûye. Jê 5 metro wirde xaltîyeke 65-70 salî jî li erdê bû û pîyê wê jî qût bûbû. Ji ber ku li derdora pîreka Çînî çend kes hebûn ez jî çûm hawara xaltîya 65-70 salî. Polêsek çaketa xwe ji xwe kir û li ser pîyê xaltîyê dakir da ku tu kes jê tesîrdar nebe. Heta ku ambûlans hat haya xaltî ji tiştên ku qewimî bû tunebû. Min ew da xeberdan. Dû re xaltî ji min pirsî çi bûye. Min cesaret nekir ku jê re bibêjim pîyê re jê bûye. Dema ku ambûlans hat wezîfedarên tenduristîyê pîyê xaltîkê giran dan û wê bi ambûlansê birin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin