Otobusa ku karkeran vediguhast qulibî: 32 birîndar

Li Sarigola navçeya Manîsayê otobusa ku karkerên zireatê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 32 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin li Sarigola navçeya Manîsayê otobusa ku karkerên zireatê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 32 karker birîndar bûn.

Qeza di wextên şeveqê de li ser yekemîn kîlometreya Rêbeja Guneydamlar-Bahadirlarê  pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi  plaqeya 45 L 4749 a ku ajovanê wê E.O. bû dema ku ku karkerên zireatê dibir nav erdan qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 32 kes birîndar bûn.

Ji kesên birîndar ên ku hatin rakirin nexweşxanê tevde 21 karker ji xestê derketin û dermankirina karkerên din berdewam dike.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn