Otobusa ku penaberan vediguhast qulibî: 39 birîndar

Otobusa penaberên ku bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 39 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin otobusa penaberên ku bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de polês jî di nav de 39 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 46emîn kîlometreya Rêbeja Aksaray-Enqerê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin wergirtin otobusa bi plaqeya 34 RHK 91 a ku penaberên  bo bên dersînorkirin ji Stenbolê dihatin birin ber bi sînora Sûrîyê li nêzî gundê Altina girêdayê Aksarayê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 17 jê polês û 22 penaber tevde 39 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn rewşa 2 polêsan û penaberekî giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat desstpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn