Otobusa rêwîyan gindirî şarampolê: 6 mirî 44 birîndar

Li Aksarayê otobusa rêwîyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Aksarayê otobusa rêwîyan a bi plaqeya 27 PB 712 a ku ajokarê wê Mahmut Tuşgul bû li ser 20emîn kîlometreya Rêbeja Enqere-Aksarayê gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ji birîndar rewşa 6 kesan giran e.

Lêpirsîna ku derbarê qezayê de hatibû destpêkirin berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e