Otobusa rêwîyan qulibî: 11 birîndar

Li Yalovayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Yalovayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 11 rêwî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Yalova-Bûrsa pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 34 NK 0535 ku sefera Fethîye-Stenbolê dikir ji ber ku ajokar hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes birîndar bûn. Piştî ku bi qezayê hat hesîn re gelek yekîneyên tenduristîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn