Otobûsa rêwîyan û tanker li hev qelibîn: 19 mirî 27 birîndar

Li Îsfahana parêzgeha Îranê otobuseke rêwîyan ji paşve li tankera mazotê xist, di encama qezaya ku pêk hat 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Îsfahana parêzgeha Îranê otobuseke rêwîyan ji paşve li tankera mazotê xist, di encama qezaya ku pêk hat 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Qeza êvara duşembê derdora di seat 23.30an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergritin otobûsa rêwîyan a ku sefera Tahran-Kirmanê dikir li ser 25 kîlometreya Rêbeja Kaşan-Netenzê ji paşve li tankera mazotê xist. Ji ber tesîra lêxistinê agir bi tanker û otobusê ket. Di encama qezayê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên li Kaşanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir