Qeza, li derdora saet 8:00ê sibehê li herêma Kaxitlîyê ya li ser rêya Dîyarbekir-Farqînê qewimî. Otobûseke şaredariyê ku ji Farqînê ber bi Dîyarbekirê ve diçû, li ser rêya ku ji ber baranê şemitok bûbû kontrola xwe winda kir û li dîwarê parastinê yê li kêleka rê qelibî.
Di encama pevçûnê de, hinek rêwîyên di otobûsê de birîndar bûn, û piştî ku bûyer hate ragihandin gelek ambûlans ji cihê bûyerê re hatin şandin.
Ekîbên tenduristî ji bo alîkariya ewil ji birîndaran re li cihê bûyerê dest bi xebatê kirine.
Her çiqas hat hînbûn ku di qezayê de mirin çênebûne lê herî kêm 7 rêwî birîndar bûne. (ÎLKHA)