Meteorolojî ji bo 32 bajaran hişyarîya qoda zer da
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji ber hewaya xerab a ku li seranserê welat tesîra xwe zêde kirîye ji bo roja Pêncşemê hişyarîya “qoda zer” li 32 bajaran kir.
Li gorî daneyên Meteorolojîyê tê texmînkirin ku li Marmara û Behra Reş bahoz û firtûne hebe, li bo bakur û Rojhilata Behra Spî jî baranek dijwar bibare.
Meteorolojîyê ji ber vê yekê welatîyan jî hişyar kir ku bila baldar û bitedbîr bin.
Bajarên ku tê texmînkirin barana dijwar bibare Çewlig, Mûş, Dêrsim, Wan, Dîyarbekir, Sêrt, derdorê Êlihê, Kinikan, Mereş, Hetay, Karabûk, Bartin, Zongildax û Kastamonû ne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.