Hat ragihandin li Enqerê otomobîlek ji paşve li kamyona ku di şerîda ewlehîyê de hatibû parkkirin xist, di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh derdora seat 15.00an de li xaçerêya Încek-Eskîşehîrê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 35 KSS 77, ji paşve li kamyona bi plaqeya 34 EN 0183 a ku di şerîda ewlehîyê de hatibû parkkirin xist, di encama qezayê de keseke bi navê Sunduz Fîdan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên bi navê Salîha Berçem Fîdan, Reyhan Fîdan, Bekîr Osman Fîdan jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA