Metîn Kayayê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê derbarê rewşa parkên heyî yên li Diyarbekirê de daxuyanîyek da û derbarê rewşa nebaş û tiştên xirab ên ku li parkan tên kirin de nirxandinan kir.
Kaya di nirxandina ku kir de diyar kir “Divê park nebin ew cihên ku lê tiştên kirêt û nebaş tên kirin. Bo vê yekê jî divê li ser parkan bê sekinîn û li wan deran kontrol bên zêdekirin. Divê li van deran li dijî tiryak û karên xeyrî exlaqî re micadele bê dayîn. Lewra tiryakfiroş ji xwe re parkan wek mesken digirin û ew tewrên xeyrî exlaqî yên ku li parkan tên nîşandan xebateke bi zanebûn a îfsadê ye.”
ÎLKHA