Pêdivîya 41 milyon zarokan bi alîkarîya bi lez heye

UNICEFê destnîşan kir li tevahîya cîhanê pêdivîya 41 milyon zarokan bi alîkarîya bi lez heye.

Ji teref Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat diyarkirin li tevahîya dinyayê ji ber şer û pevçûnan, afad û bobelatan 41 milyon zarok bi mişkîleyên zehmet re rûbirû mane.

Manuel Fontaîneyê Dîrektorê Operasyonên Alîkarîya bi Lez ê UNICEFê derbarê mijarê de wiha got: “Di van 30 salên dawî de hejmara zarokên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê heye herî zêde îsal zêde bûye. Li tevahîya cîhanê pêdivîya 41 milyon zarokan bi alîkarîya bi lez heye. Her wisa li Sûrîyê nêzî 2 milyon û nîv zarok bûne penaner û li Yemenê jî 22 milyon însan jî muxtacî alîkarîyê ne.”

İLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn